SERÊKANIYÊ – Şervanên QSD’ê pêşdeçûna xwe li herêma Serêkaniyê dewam dikin. Di vê çarçoveyê de, li eniyên rojava û rojhilatê Serêkaniyê şerên giran di navbera şervanên QSD û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de dewam dikin. Di navbera mezra Michê û bajaroka Til Helef ê rojavayî bajarê Serêkaniyê, şerên giran di navbera QSD û dagirkeran de rû didin.
Di heman demê de, li gundên rojavayî bajarê Serêkaniyê jî şer dijwar e.