MINBIC – Hat diyarkirin ku dewleta tirk a dagirker û komên girêdayî wê ên çete li bakurê Minbicê windahiyên mezin didin û paş ve vekişiyane. Di pevçûnan de serpelek û 2 leşkerên dagirker û gelek çeteyên dewleta tirk a dagirker hatin kuştin.
Duh êvarê li qeraxê ava Sacûrê ya Minbicê pevçûn derket. Di pevçûnê de 2 leskerên Sûrî hatin kuştin. Ji duh êvarê ve li bakurê Minbicê pevçûnên giran diqewimin. Di pevçûnan de serpelek û 2 leşker dagirkeriya tirk hatin kuştin û 8 leşker jî birîndar bûn. Leşkerên birîndar bûn bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyên Dîlokê.
Li aliyê din hat zanîn ku komên çeteyên dagirker jî windahiyên zêde didin û paş ve xwe kişandine.