GERMIYAN – Ji herêma Germiyan a Başûrê Kurdistanê 4 ciwanên din, ji bo ku beşdarî berxwedana dijî dagirkeriya dewleta Tirk bibin, berê xwe dan Rojavayê Kurdistanê.
Li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê, hêrsa gelê Başûrê Kurdistanê mezin dibe. Li aliyekê xwepêşandan û boykota malên dewleta Tirk berfireh dibin, li aliyê din, ciwan berê xwe didin refên “Berxwedana Cenga Rojava” ku dijî êrîşên dewleta Tirk didome.
Îro jî, ji herêm Germiyan kome ciwanan ku ji 4 kesan pêk tê, berê xwe dan Rojavayê Kurdistanê. Ciwanan destnîşan kirin ku ewê dijî dagirkeriyê tevlî berxwedana gelê Rojava bibin.
Ji roja ku êrîşên hovane yên dewleta Tirk destpê kirine û heta niha, ji herêmên Şeladizê, Zaxo, Germiyan, Silêmanî, Raperîn, Çemçemal û Hewlêr ên Başûrê Kurdistanê bi dehan ciwanan berê xwe dan Rojava û tevlî berxwedanê bûn.