SERÊKANIYÊ – Êrîşên artêşa Tirk a dagirker di roja 8’an de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dikin. Li Serêkaniyê şer dijwar e û şervanên QSD’ê berxwedaneke dîrokî nîşan didin. Êrîşên duh bi şev dest pê kir, ji hêla şervanên QSD’ê ve hatin tekbirin û bajar bi tevahî di bin serweriya QSD’ê de ye.
Duh bi şev artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji eniyên rojava, rojhilat û bakur ve êrîşî Serêkaniyê kir. Şervanên QSD’ê bersiv da û êrîş têk irin. Di êrîşan de balafirên keşfe û yên şer, top, tank û her cure çekên giran hatin bikaranîn û şer heta serê sibê berdewam kir. Di berxwedana QSD’ê de gelek leşker û çeteyên artêşa dagirker hatin kuştin.
Her wiha çeteyan êrîş kir da ku pêwendiya Hesekê û navçeya Til Temirê qut bikin lê belê şervanên QSD’ê li wê derê jî bersiv da. Şer heta serê sibehê dewam kir, derbeyan giran li çeteyan dan û êrîşa wan têk birin.
Li Serêkaniyê şer li eniyên rojava û rojhilat hê jî berdewam dike.