NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîneya Tolhildanê ya HBDH’ê bi daxuyaniyeke niviskî diyar kir 15’ê Cotmeha 2019’an wan midûrê Şûbeya TEM’ê ya Afyonkarahîsarê Arîf Alpaslan li derdora Bendava Çatoren a li nêzî navçeya Seyîtgazî ya Eskîşehîrê bêbandor kirine.
Yekîneya Tolhildanê got, “Wesayita êşkencekarê dijminê gel, li gel hin amûrên di wesayitê de jî ji aliyê me hatiye desteserkirin.”
Di daxuyaniyê de hate gotin sûcê êşkencekar Arîf Alpaslan “di rûyê wî de hatiye xwendin” û “dosyaya wî bi temamî hatiye girtin.” HBDH’yê bi domdarî got bi dehan dosyayên êşkencekaran li ber destê wan in û “niha dora kê ye, em hemû em ê bi hev re bibînin.”
Yekîneya Tolhildanê ya HBDH’yê her wiha got di dest wan de dosyayên mikurhatiyan û bêbextan hene û got, “Li ser îfadeyên van ketî û mikurhatiyen bi dehan şoreşger dibine hedefa êşkencekaran, dikevin zindanan” û diyar kir, ev kes jî wê bibin hedefa wan.