RIHA – Şervanên QSD’ê li ser sînorê Bêrecûkê li qereqolek artêşa tirk a dagirker dan. Dûman ji qereqolê bilind bû û gelek ambulans sewqî cihê bûyerê kirin.
Şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bersiv dide êrîşên dewleta tirk a dagirker yên li ser Rojava. Di saetên nîvro de QSD’ê bi topên hewanê li qereqola leşkerî ya li ser sînorê Bêrecûka Rihayê dan. Piştî topên hewanê li qereqolê ketin demek pevçûn derket. Ji ber pevçûnê ji qereqolê dûman kişiya û gelek ambûlans sewqî cihê bûyerê hatin kirin.