HESEKÊ – Artêşa Tirk a dagirker hewl dan bikevin gundê Alya yê girêdayî Til Temirê, şervanên QSD’ê bersiva hewdanê da. Li vir 10 çete hatin kuştin û birîndar jî hene.
Li eniya navçeya Serêkaniyê jî çeteyan dagirkeriya Tirk hewl dan bikevin gundê Menacîr, li vir jî êrîşên dagirkeriyê ji aliyê şervanan ve têne têkbirin û kuştî û birîndarên wan hene. Lê hejmara kuştî û birîndaran nehatin tesbîtkirin.
Li herdu eniyan şer didome. Di heman demê de balafirên şer bi koordîneya balafirên keşfê bi hawan û obusan navenda bajarê Serêkaniyê bomebaran dikin.