QAMIŞLO – Ciwanên Qamişlo ku di çeperên şer ên li ser sinorê Qamişlo-Nisebînê cihê xwe digrin, rewşa dawî ji nûçegihana me re şirove kir.
Ciwanê bi navê Jîr got, dewleta tirk a dagirker di destpêka êrîşên xwe de gelek tank û topên xwe anîbûn ber sinor û wiha berdewam kir: “Top û obus diavêtin nava gelê me ê sivîl. Wek Ciwanên Kurd em li dijî van kiryarên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê sekinin. Me bersivê xurt dan êrîşên wan û ew şunde birin. Bila Erdogan baş bizane ku ew tucarî nikare derbasî axa me bibe.”
Ciwanên Qamişlo ku parastina sinor dikin bi gotina stranên şoreşgerî moralê xwe hertim bilind digrin.