QAMIŞLO – Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Qamişlo li dijî êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser Rojavayê Kurdistanê û Bakur Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de hate gotin ku Ciwan tucarî kesên biyanî ku dixwazin axa me dagirker bikin qebûl nakin û hate diyarkirin ku hêviyên jiyana azad gel û hêzên parastinê YPG/YPJ û QSD bixwe ye. Ciwanan di daxuyaniyê diyar kirin ku ew ê erkên Şer Gel ê Şoreşgerî pêk binin û ew ê rê nedin faşîzma dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê.