NAVENDA NÛÇEYAN – Ji Başûrê Kurdistanê komek din a ciwanan bi armanca ku tevlî “Berxwedana Cenga Rojava” ya li dijî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk bibin, berê xwe dan Rojavayê Kurdistanê û Bakur Rojhilatê Suriyeyê.
Koma ji Silêmaniyê û Kerkûkê, li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên ji 9’ê Cotmehê ve berdewam dikin, bi armanca ku tevlî “Berxwedana Cenga Rojava” ya şervanên QSD’ê bibin, duh ber bi Rojavayê Kurdistanê ve derket rê.
Endamên komê diyar kirin ku ewê li dijî dagirkeriyê, li kêleka şervanên QSD’ê tevlî berxwedanê bibin.