NAVENDA NÛÇEYAN – Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser bi daxuyaniyekê hejmara şehîd û birîndaran eşkere kir. Desteyê ragihand ku heta niha di encama êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de 218 sivîl şehîd bûne û 653 sivîl jî birîndar bûne.Her wiha desteyê diyar kir ku di nav birîndaran de 35 zarok jî hene.