NAVENDA NÛÇEYAN – Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, ji 9’ê Cotmehê ve, êrîşî Rojavayê Kurdistanê û Bakur Rojhilatê Sûriyê dikin û gelê sivîl, dibistan, mizgeft, stasyonên avê û kehrbe dikin hedefa êrîşa xwe. Dagirkeran gundê Dêrikê Heyakê, bejahiya Eyn Îsayê hewzê avê û li Qamişloyê taxa Qinat Siwês topbaran/bombebaran kir
EYN ÎSA
Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker hewzê avê yê gundê Ebû Xizre yê rojavayî navçeya Eyn Îsayê, bombebaran kir.
DÊRIK
Gundê Heyakê yê herêma Dêrikê bê serûber ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hate topbarankirin.
QAMIŞLO
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji saet 16:30’an de taxên bajarê Qamişlo ku bi hezaran sivîl têde hene, topbaran kir. Topbaran taybet li taxa Qinat Siwês û Meyselûn ket û di encamê de, zaroka bi navê Reha Fehed Îbrahîm Misirî (8), Nîdal Mihemed Zekî û Mihemed Salih Abdullah birîndar bûn. Her wiha çend top li Qamişlo ketin, lê ne teqiyan, Hêzên Ewlehiya Hundirîn dest bi rakirina wan topan ji nava bajar dikin.