DUSSELDORF – Ciwanên Kurd li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ya li ser Rojavayê Kurdistanê û Bakur Rojhilatê Sûriyeyê di nava çalakiyan de ne. Ciwanên Kurd û enternasyonalîst ên li Balafirgeha Dusseldorfê bi çalakiyekê xwedî li berxwedanê derketin. Ciwanan bê navber dirûşmên ‘Bijî Berxwedana Rojava’ û ‘Panzarên Elmanya ji Rojava derkevin’ qîr kirin.