QAMIŞLO – Berxwedana Cenga Rojava li dijî êrîşên dewleta tirk a dagirker di roja 10’emîn de didome. Kiryarên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî gelê sivîl herroj diçe zêdetir dibin. Ji destpêka êrîşan de çeteyên dewleta tirk a dagirker sivîlan bi zanebûn hedef girtin û di nav hewldenên komkujiyan de bûn. Bajarê Qamişlo jî hertim dibe hedefên top û obusên dewleta tirk a dagirker.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê taxên bajarê Qamişlo ku bi hezaran sivîl têde hene, hertim dide ber topbaranan. Topbaran taybet li taxa Qinat Siwês û Meyselûn û li gundê wek Heyake tên kirin. 3 topên ku li taxên sivîl ketin ji aliyê gel ve hatin bêbandor kirin. Gelê sivîl nerazîbûnê xwe li dijî avêtina top û obusan nîşandan û gotin ew ê parastina taxên xwe bikin û ew dev ji welatê xwe bernadin.
Di dimenên ku ajansa me kişandiye hejmara topên ku ketinê taxên sivîlan zelal xuya dikin. Ev hejmarên li ser topan aîdî artêşa tirk a dagirker e.