NAVENDA NÛÇEYAN – Beriya ku qeyûm bînin hevşaredar hatin girtin. Piştre ev girtin mîna sedema qeyûm hatin nîşandan.
15’ê Cotmehê Hevşaredarên Nisêbînê Semîre Nergiz û Ferhat Kurt hatibûn desteserkirin û Perşemê jî hatibûn girtin.
Hevşaredar bi îdîaya ku ‘endamên rêxistinê ne’ hatin darizandin. Tevlêbûna hevşaredaran a li kampanyaya ”em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin’ û îfadeyên ‘şahidên veşartî’ mîna delîl hatin nîşandan.
Şûna hevşaredaran qeymeqamê mêtingeriyê yê Nisêbînê Mehmet Balikçier anîn ser şaredariyê.
Her wiha Hevşaredarên Geverê Îrfan Sari û Remziye Yaşar jî bi heman îdîayan 15’ê Cotmehê hatibûn girtin û hema di pey girtina wan re qeymeqamê mêtinger ê Geverê Osman Dogramaci kirin qeyûm û li ser şaredariya Geverê hate danîn.