SERÊKANIYÊ – Tevî rawestandina şer ku şeva din hatiye ragihandin û QSD’ê ragihand ku ew ê li gorî vê tev bigere, lê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê careke din êrîşî noqteyên şervanên QSD’ê yên nêzî nexweşxaneya Serêkaniyê kirin. Di nexweşxaneya bajarê Serêkaniyê de, gelek sivîlên birîndar hene.