Li bajarê Serêkaniyê bi hemû cureyên çek û balafiran bombebaraneke dijwar pêk hat. Dagirkeriyê nexweşxaneya Serêkaniyê ya yekane bi hewldana derxistina ji xizmetê, kir hedef. Lê QSD’ê tevahî êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê têk birin û di encamê de gelek ji artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hatin kuştin û birîndar bûn.
Bi armanc û hewldana sivîlên li Serêkaniyê asê mane, karwaneke sivîl ji şêniyên herêma Cizîrê berê xwe da Serêkaniyê. Karwan ji navçeya Til Temirê ber bi bajarê Serêkaniyê ve dest pê kir da ku sivîlên birîndar rizgar bikin ku Tirkiyê li ser wan komkujiyan pêk neyne. Lê belê artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dîsa karwanê sivîlan hedef girt û nehişt derbasî bajêr bibe.
Girê Spî
Li herêma di navbera gundên Ebû Sira û Çelebiyê yên Girê Spî de şerekî dijwar rû da. Bi wê re jî QSD’ê dest danî ser alavên leşkerî yên artêşa dewleta Tirk a dagirker û erebeyeke leşkerî ya dewleta Tirk jî rûxand. Li rexê jî nasnameyeke leşkerê artêşa dewleta Tirk a dagirker bi navê Sînan Erdem ji foca lîwa 11’an a girêdayî hêzên deryayî, hat dîtin.
Li aliyekî dîtir jî QSD’ê êrîşa çeteyên artêşa dewleta Tirk a dagirker a li gundê Kendal ê gundewarên rojavayê Girê Spî têk bir. Di encamê de 7 çete hatin kuştin û hin jî birîndar bûn.
Ji wê zêdetir jî QSD’ê 2 panzêr û 3 erebeyên leşkerî li gundên Girê Spî yên li sêgoşeya gundên Kendal, Eyn Îsa û Çelebiyê ne, rûxandin.
Eyn Îsa
Şervanên QSD’ê 2 tank û panzêrek li bakurê navçeya Eyn Îsayê, rûxandin.
Herêma bakur û rojavayê navçeya Eyn Îsa rastî topbaranê ji hêla artêşa dewleta Tirk a dagirker ve hat û xezaneya avê ya li gundê Ebû Xerze yê li rojavayê navçeya Eyn Îsa kir hedef û li rexê jî balafirên keşfê digerîn.
Di topbarana artêşa dewleta Tirk a dagirker li herêma bakurê rojavayê navçeya Eyn Îsayê de leşkerekî rejîma Sûriyê jiyana xwe ji dest da û 12 jî birîndar bûn.
Qamişlo
Artêşa dewleta Tirk a dagirker gundê Hekîme ku pêkhateya Suryan tê de ye, ku dikeve bakurê bajarê Dêrikê, topbaran kir. Her wiha jî top li Navenda Meclisa Leşkerî ya Suryanî ya li gund ket.
Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi hewanan taxên Meyselon, Qenala Siwês ên bajarê Qamişlo topbaran kirin.
Li aliyekî dîtir jî artêşa dewleta Tirk a dagirker gundên Til Şiîr û Dêrna Qelenga yên li navçeya Tirbespiyê bi gelek roketan topbaran kirin. Lê QSD’ê li gorî rêgezên parastina rewa ya xakê û parastina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bersiv da jêderên topbaranê.
Daxuyaniyên siyasî
Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl got sivîlên li Serêkaniyê di çemberê de ne û li ber gefên komkujiyan in. Ji ber tevahî tax rastî topbarana dijwar tên. Bi wê re jî bang li civaka navdewletî kir ku bi lezgînî tev bigerin.
Li aliyekî din jî, Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrî bang li tevahî rêxistinên mirovî û NY’yê kir ku bi lezgînî dijminatiya dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestînin. Da ku birîndaran li herêmên ku şer tê de pêk tê, rizgar bikin, bi taybet jî li Serêkaniyê.
Her wiha jî, Desteya Fêrkirin û Perwerdeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştrast kir ku xebata perwerdeyê li 810 dibistanan rawestiye û 20 dibistan bi encama dijminatiya dewleta Tirk a dagirker hatine rûxandin. Desteyê îşaret pê kir ku 86 hezar xwendekar ji mafê perwerdeyê bi sedema êrîşên dewleta Tirk a dagirker, hatine mehrûmkirin.
Senatorê Amerîkayê Lindsey Graham û komek ji endamên Kongreyê yên Komarparêz der barê ferzkirina cezayên giran li dijî dewleta Tirk da ku Erdogan êrîşên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestînin, civîneke çapemeniyê li dar xist.
Li kêlekê jî cîgirê serokê Amerîkayê, Mike Pence got DYA’yê bi Tirkiyê re gihaşt peymanekê û agirbest li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihnad.
Li aliyekî din jî Salih Mislim anî ziman ku hê jî peymana ku di navbera Amerîka û dewleta Tirk de pêk hatiye, nedîtiye û dê helwestên wan piştî dîtina bendên peymanê bin.
Di heman çarçoveyê de jî, fermandarê gişt yê QSD’ê Mezlûm Ebdî got peymana agirbestê bi encama berxwedana şervanên QSD’ê ji tevahî pêkhateyên wê, hat û bal kişand ser ku tenê peyman li herêma di navbera Serêkaniyê û Girê Spî de ye.
Aldar Xelîl îşaret pê kir ku agirbesta ku ji hêla DYA û dewleta Tirk ve hatiye ragihandin bi encama berxwedana QSD’ê ye.
Daxuyaniya QSD`ê
QSD`ê serjimara êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê di roja 9`an de kifş kir û diyar kir ku di encama şerê li dijî çeteyan û artêşa Tirk ên ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê topbaran dikin, gelek ziyan gihandine artêşê û bi dehan leşker kuştine, her wiha 2 tank, hejmarake erebe û panzêr rûxandine.
Navenda Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi daxuyaniyeke ji raya giştî re şehadeta rojnamevan Dilovan Gever ku dema li bajarê Girê Spî şerê Berxwedana
Rûmetê dişopand şehîd bûbû, ragihand.
Birîndar
Balafirên artêşa Tirk malên sivîlan ên li gundê Pîr Hebeş ê rojavayê bajarê Girê Spî topbaran kirin û welatiyê bi navê Mihemd Îbarahîm (23) û welatiya bi navê Nêrmîn Mihemed Hesen (18) birîndar bûn.
Artêşa Tirk saet di 16.30 taxên bajarê Qamişlo topbaran kir, gelek top avêtin taxên bajêr, di nav de taxên Qenat Siwês û Meyselûn in, di encamê de Rûha Fehed Îbarahîm (8), Nîdal Mihemed Zekî û Mihemd Salih Abdullah birîndar bûn.
Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser diyar kir ku di encama topbarana artêşa Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, 218 sivîl şehîd bûne, 635 kesên din jî birîndar in, di nav de 35 zarok û 5 kadroyên tenduristiyê hene. Kadroyên tenduristiyê yên ku birîndar bûne, ji ber bi gaziya kadroyên tenduristiyê yên Desteya Tenduristiyê yên herêma Cizîrê dema bi balafirên artêşa Tirk di 11`ê Cotmehê de birîndar bûn ve çûn û hewl dan birîndarên sivîl ji bajarê Serêkaniyê veguhêzin, birîndar bûn.
Koma tenduristiyê ji 5 kadroyan pêk dihat, piştî çend saetan komeke din endamê Desteya Tenduristiyê Hayêl Salih rakirin û 4 kadroyên din hêj çarenûsa wan ne diyar e.
Îro hevserokê desteya herêma Cizîrê bijîşk Menal Mihemd diyar kir ku şehîd Hayîl Salih di encama topbarana artêşa Tirk de şehîd bûye.