DÊRIK – Berxwedana Cenga Rojava di roja xwe a 10’emîn de didome. Dewleta tirk a dagirker bi çeteyên xwe hewl dide Rojavayê Kurdistanê û Bakur Rojhilatê Sûriyê dagir bike. Li dijî wan êrîşên dagirkeriyê banga seferberiyê hate kirin. Ciwanên Başûrê Kurdistanê ku ref bi ref tevlî Berxwedana li dijî dagirkeriyê dibin kom bi kom xwe digihînin qada Şoreşê. Koma pêncemîn a tevlî seferbiyê buye û ji 17 kesan pêk tê gihiştin Rojava. Ciwanên Başûr ku ji bo parastina axa xwe hatine Rojava berê xwe dan çeperên şer.
Ciwanên ku tevlî seferbiyê bûn bang li hemû Ciwanên Kurdistanê kir ku berê xwe bidin çeperên şer.