NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandinê ya QSD’ê encamên şerê ku dewleta Tirk a dagirker dike û berxwedana şervanên QSD’ê ya beriya ragihandina biryara rawestandina şer eşkere kir.
Daxuyanî wiha ye:
“Êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi awayek bê ser û ber li seranserî xeta sînor berdewan kir. Êrîşên bi top, tank û çekên giran û her wiha êrîşên balafirên şer li hemû herêman nesekinî. Dîsa weke bersiv, di çarçoveya parastina rewa de şervanên QSDê bersiv dan hemû êrîşan.
DÊRIK
Artêşa dagirker êvarê gundewarên Dêrikê bi dijwarî topbaran kir. Di topbaranê de ziyanek mezin gihîşt mal û milkên sivîlan. Şervanên me jî li gundên Qesir Dîb, Heyaka, Wadî el-Zîab û Şebaniyê bersiv dan êrîşan û li baregehên artêşa dagirker dan. Di encamê de 3 leşkerên dagirker hatin kuştin û yek jî birîndar bû.
AMÛDÊ
Li xeta Elûk piştî şerekî giran artêşa dagirker tevî çeteyên xwe ji herêmê vekişiyan. Her wiha li gundê Xereze û herêmên din ên sînor, di encama topbarana artêşa dagirker de hevalek me brîndar bû û ziyanên madî gihîşt sivîlan. Hêzên me bi heman awayî bersiv dan êrîşan.
SERÊKANIYÊ
Li bajar di bin bombebarana dijwar a top û balafirên şer de komên çete xwestin bikevin nav taxan. Li taxên Newroz, Mehata, Zorava û Zerdeşt de şerê sîng e sîng di navbera hêzên me û komên çete de qewimîn. Di encam de hemû êrîş hatin şikandin. Li van taxan bi kêmanî 70 çeteyên artêşa dagirker hatin kuştin. Her wiha ruxmê êrîşên bi top, drone û balafiran jî artêşa dagirker nikarî têkeve nexweşxaneya bajar. Piştî berxwedana şervanên me li derdora naxweşxaneyê, êrîş hat şikandin û herî kêm 10 çete li wir hatin kuştin. Hêzên me ruxmê êrîşên giran jî rê nedan ku çete bikevin bajar. Piranî avahiyên mezin ên di nav bajar de bûn hedefa drone û balafirên şer.
Di xetên Menacîr û Alya de şerekî giran qewimîn. Li vir jî di topbarana dijwar de sîvîl brîndar bûn.
GIRÊ SPÎ
Li ser êrîşan, hêzên me li gundên Ebû Sira û rojavaya Girê Spî çalakiyên bi bandor pêk anîn û di van çalakiyan de hejmarek ji komên çete hatin kuştin. Her wiha panzer û seyareyên leşkerî derb xwarin û hatin rûxandin. Li gundên Xirbet Yûsif, Wabdê û Tirwaziyê êrîşên hewayî û topbaran pêk hatin. Van êrîşan baregehên hêzên Sûriyê jî hedef girtin. Hêzên me bersiv dan êrîşan û li van gundan jî seyareyên leşkerî ku panzerek jî di nav de hatin rûxandin. Dîsa li gundewarên Eyn Îsa di navbera hêzên me û çeteyan de şerên giran qewimîn. Li van herêman balafirek artêşa dagirker bi şaşîtî li çeteyên xwe da û di encam de hejmarek gelek zêde ji wan hatin kuştin.
Bi giştî di encama şer û berxwedanê de herî kêm 93 çeteyên artêşa dagirker hatin kuştin, hejmarek zêde çete brîndar bûn û 4 seyareyên zirxî, 4 seyreyên leşkerî, tangek hat rûxandin.
Di şer de 9 hevalên me şehîd ketin, 41 hevalên me brîndar bûn.
Encamên ku li jor hatine dayîn pêvajoya piştî biryara sekinandina şer ku Fermandariya Hêzên Sûriya Demokratîk jî lê peymanbend e nahewîne. Lê belê artêşa dagirker û komên çete ruxmê biryarê jî êrîşên xwe yên li ser Serêkaniyê berdewam kirin.”