HESEKÊ – Karwanê mirovî yê ku berê xwe dide Serêkaniyê, ji şêniyên Cizîrê, tîmên tenduristiyê û gelek rojnemevanên herêmî û cîhanî ne, bi gihandina wan li herêmeke ku 2 kîlo metre dûrî bajêr e, şêniyan daxuyaniyek dan û tê de diyar kirin ku armanca wan a çûyîna Serêkaniyê ji bo vekirina rêyeke mirovî ye da ku birîndaran ji nexweşxaneya bajarê Serêkaniyê ye, her wiha destnîşan kirin ku ji ber nehiştina dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê gihandina tîmên tenduristiyê li nexweşxaneya Serêkaniyê, 2 kesên birîndarên şehîd bûne û hîna jiyana gelekan birîndaran di metirsiyê de ye.
Her wiha îro jî artêşa Tirk a dagirker û çeteyan wê moşek avêtin karwanê îro da ku nehêlin derbasî bajêr bibin.