MEXMÛR – Kongreya 2’yemîn ya Ciwanên Wargeha Rustem Cûdî (Mexmûr) bi dirûşmeya, ‘bi ruhê Berxwedana Rojava faşîzmê têkbibin’ bi bejdarbûna 600 delegeyan li salona Konferansê a Mexmûrê destpêkir.
Îro Ciwanên Wargeha Rustem Cûdî (Mexmûr) bi dirûşmeya ‘Bi ruhê Berxwedana Rojava faşîzmê têkbibin’ bi beşdarbûna 600 delegeyan li salona Konferansê a Mexmûrê 2’yemîn Kongreya xwe lidardixin. Kongre bi deqeyekê rêzgirtin hat destpêkirin. Piştî rêzgirtinê Endamê Rêveberiya Tecgera Ciwanên Mexmûrê (TCM) Bedran Yuruk axaftina vekirinê kir.
Yuruk di axaftina xwe de lidarxistina kongreyê pîroz kir û wiha got; “Pêwîste her kes bi ruhê seferberiyê beşdarî vê pêvajoya berxwedanê bibe. Ji ber ku îro ev berxwedan çarenûsa gelên azadîxwaz diyar dike. Wê berxwedana bi pêşengiya ciwanan faşîzme têk bibe. Em di wê baweriyê de ne ku wê ev berxwedan bi serkeve.”
Piştî axaftina vekirinê perspektîfên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, rapora xebatên du salan, peyamên saziyan hat xwendin.
Kongre dewam dike.