NAVENDA NÛÇEYAN – MeclÎsa Sûriye Demokratîk (MSD) têkildarî binpêkirinê dewleta Tirk a agirbesta hatî ragihandin daxuyaniyek da. MSD’ê ragihand ku Enqere li gorî agirbestê tevnagere.
Daxuyanî wiha ye:
“Li ser daxwaz û erêkirina Hêzên Sûriye Demokratîk û navbeynkariya DYA’yê duh bi şev agirberst di navbera Hêzên Sûriye Demokratîk û dewleta Tirk de li ser dirêjahiya dûrbûna di navbera Eyn Îsa û Serêkaniyê de hate ragihandin. Hêzên Sûriye Demokratîk ji duh bi şev saet 22:00’an ve li gorî dema Sûriyê û heta vê kêliyê li gorî lihevkirinê tevdigere. Lê dewleta Tirk û milîsên wê li gorî biryarê tevnegeriyan û vê sibehê gundê Um El-Xêr ê ku dikeve başûr û rojhilatê Serêkaniyê topbaran kir. Di encamê de 5 şervanên Hêzên Sûriye Demokratîk tevî hejmarek sivîl şehîd bûn. Her wiha topbaran domdar li hember gihandina birîndaran û xilaskirina sivîlan bû asteng.
Em Meclîsa Sûriye Demokratîk, raya giştî ya cîhanî muxetab digirin û ji wan re teqez dikin ku em ji bingeha parastina jiyana gelê me û rawestandina koçberiyê, ji bingeha yekîtiyaa xa Sûriyê me lihevkirina agirbestê erê kir.
Lê Enqere û artêşa wê tevî bi hezaran çeteyên wê ev lihevkirin binpê kirin û êrîşên xwe berdewam kirin wekî ku lihevkirin ji binî ve tune ye. Lewra em bang li NY, Konseya Ewlehiyê ya Navdewletî û El-Camîa El-Erebiye bi taybet DYA’yê ji ber ku ew navbeyna û sponserê wê dikin ku ji bingeha berpirsyariyên xwe bilivin û çavdêrên navdewletî ji bo parastina agirbesta demkî rêkin herêmê. Her wiha bihêlin ku ev agirbest daîm be û artêşa Tirk a dagirker vekişe. Artêşa Tirk a dagirker û komên çekdar ên girêdayî wê komkujî li herêmê pêk tînin, ev tişt jî rêxistina El-Efû ya Navdewletî di rapora xwe de teqez kir. Em spasiya tevahiya kesayet, hêzên cîhanî dikin ji ber ku piştgiriya me li hember êrîşa dewleta Tirk û çeteyên wê kirin. Her wiha bang dikin ku piştgiriya cîhanî dewam bibe, da ku rejîma şer û dijminiya Tirkiyê negihêje armanca xwe.
Her wiha em destnîşan dikin ku bileztirîn rêyên bi dawîkirina aloziya Sûriyê, sponseriya NY’yî ji diyaloga sûrî ya rastîn û avaker li gorî xeta çareseriya siyasî û biryarên navdewletî yên rewa ye.”