HESEKÊ – Dewleta Tirk a dagirker ji şevê din heta vê sibehê çekên giran û çeteyan derbasî bajarê Serêkaniyê kir. Çeteyên rêya nexweşxaneya Serêkaniyê girtine û nahêlin ku korîdora mirovahî vebe, ji ber vê yekê jî rewşa birîndarên ku di nexweşxaneyê de ne xerabtir dibe. Di heman demê de, balafirên keşfê yên artêşa Tirk a dagirker bê navber li ser Serêkaniyê digerin. Her wiha dem bi dem şer di navbera şervanên QSD û hêzên dagirker de li bajarê Serêkaniyê rû didan.