NAVENDA NÛÇEYAN – HPG’ê bi daxuyaniyekê sererast kir ku kesekî beriya niha di şerê Dersimê de ‘şehîd’ hate ragihandin, teslîm bûye. Her wiha diyar kir, gerîlayê bi navê Şehmûs Ozdemîr jî şehîd bûye.
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê wiha ye:
“Di daxuyaniya xwe ya 9’ê Tîrmehê de me ragihandibûn ku artêşa TC a dagirker di 9 û 10’ê Gulanê de li herêmên Mêrga Çepera, Şehîd Cafer û Vartînîsê yên Dersimê dest bi operasyonê kiriye û di encamê de 5 hevalên me şehîd bûne. Kesê bi navê Canfeda (Vedat Çeken) ku me ew weke şehîd ragihandin, şehîd nebûye, xwe teslîmî hêzên dijmin kiriye. Ji ber şert û mercên şer demeke dirêj bûyer hate lêkolîn û di encamê de eşkere bû ku hevalê me Şêxo (Şehmûs Ozdemîr) şehîd bûye. Agahiyên der barê hevalê me Şêxo yê şehîd bû wiha ye:
Nasnav: Şêxo Xançepek
Nav paşnav. Şehmûs Ozdemîr
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Nergîs-Hasan
Dem û cihê şehadetê: 10’ê Gulana 2019’an / Dersim
Hevrêyê me Şêxo di sala 1994’an de li Amedê di nava malbateke welatparêz de ji dayik bû. Qirkirina çandî û fîzîkî ya ku artêşa TC a dagirker li gelê me kir ji nêz ve dît û di sala 2014’an de tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Şêxo ji dema ku derket serê çiyayên Kurdistanê û pê ve bi kedkarî, fedakarî û girêdana xwe her tim li refên pêş bû. Ji aliyê derdora xwe ve dihate hezkirin û her wezîfeya xwe bi rengekî serketî pêk anî. Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta TC a faşîst ên li dijî xaka Kurdistanê timî têkoşiya û li Dersimê li dijî yekîneyên dijmin bi lehengî şer kir.
Di serî de malbata hêja ya hevrêyê me Şêxo bila serê tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz sax be û diyar dikin, ku em ê ala azadiyê ya şehîdên xwe b ser bixin.”