NAVENDA NÛÇEYAN – Di nava hefteyekî de nêzî 50 ciwanên Başûrê Kurdistanê yên ji Germiyan, Kerkûk, Xaneqîn, Çemçemal, Silêmanî, Hewlêr, Raperîn, Pêncwên, bajaroka Mexmûr, Zaxo û Duhokê li dijî komkujî û dagirkeriya Tirk a li dijî Rojavayê Kurdistanê, beşdarê ‘Berxwedana Cenga Rojava’ bûn.
Piştî dewleta Tirk a dagirker 9’ê Cotmehê tevgera dagirkerî û qirkirinê li dijî Rojavayê Kurdistanê da destpêkirin, gelê Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriyê da rabû ser piyan. Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê jî ji bo xurtkirina çeperên berxwedanê seferberî ragihand. Piştî ragihandina seferberiyê ciwanên Başûrê Kurdistanê ji bo tevlî ‘Berxwedana Cenga Rojava’ bibin ref bi ref berê xwe dan Rojaya Kurdistanê.
Li gorî zanyariyên ku hatine bidest xistin heya niha 6 komên ciwanên Başûrê Kurdistanê ji Zaxo, Duhok, Hewlêr, bajaroka Mexmûr, Xaneqîn, Kerkûk, Germiyan, Raperîn, Pêncwên, Silêmanî û Hewlêrê beşdarê berxwedanê bûne.
Biqasî agahiyên ku bidest ketiye hejmara ciwanên Başûr ên heya niha gihîştine Rojavayê Kurdistanê nêzî 50 kesin.
Ji derveyî hejmara ku tê zanîn û tevlîbûnên komî, gelek ciwan li ser medya mecazî ragihandine ku ew tevlî berxwedanê dibin. Her wiha gelek kes jî bi însiyatîfa xwe ya şexsî xwe gihandine Rojavayê Kurdistanê.
Li zanyariyên çavkaniyeke bi bawer daye tevlîbûn û daxwazên ciwanên ên beşdarbûnê zêdeye û rojane komên nû derbasê Rojavayê Kurdistanê dibin.