HESEKÊ – Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşên xwe li ser taxên bajarê Serêkaniyê didomînin û cihên giştî û malên sivîlan kirin hedef.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi zanabûn cihên olî topbaran dikin, vê ê carê Mizgefta Mezin a bajarê Serêkaniyê topbaran kir.
Di dimenan de zirarên ku ji ber topbaranê bi mizgeftê hatiye diyar dibin.
Artêşa Tirk a dagirker ji destpêka êrîşên xwe gelek dêrên xiristiyan ên Serêkaniyê, Qamişlo û Tirbespiyê kirin hedef.