MEXMÛR – Kongreya 2’emîn ya Ciwanên Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi dirûşmeya, ‘bi ruhê Berxwedana Rojava faşîzmê têkbibin’ bi bejdarbûna 600 delegeyan duh li salona Konferansê a destpêkiribû. Îro kongre bi biryar, encamname û diyarkirina rêveberiya nû bi dawî bû.
Duh Kongreya 2’emîn ya Ciwanên Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi dirûşmeya, ‘bi ruhê Berxwedana Rojava faşîzmê têkbibin’ bi bejdarbûna 600 delegeyan li salona Konferansê destpêkiribû. Kongre îro bi encamname, biryar û diyar kirina rêveberiya meclîsa ciwanan a ji 45 kesî pêktê bi dawî bû.
Kongre di roja duwem de bi nîqaşên li ser rewşa rêxistinî, pêşname biryara Tevgera Ciwanên Mexmûr û Tevgera Jinên Ciwanan a Mexmûr (TCM-TJCM) û biryarên di derbarê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de, rêxistinkirina ciwanên Wargehê, bi encamname, biryar û rêveberiya meclîsa ciwanan ya wargehê ku ji 45 kesî pêktê kongre bi dawî bû.