NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Çapemeniya Hêzên Sûriye Demokratîk(QSD) bîlançoya şerê Berxwedana Rûmetê ya 24 saetên borî bi daxuyaniyekê eşkere kir:
“Tevî agirbesta ku hatiye ragihandin û hêzên me li gor wê tev digerin, lê belê artêşa dewleta Tirk a dagirker û komên terorîst ên alîgirê wê, êrîşên xwe didomînin.
Serêkaniyê
Artêşa dewleta Tirk a dagirker gundên Serêkaniyê bombebaran kirin û li rexê jî gelek hêz û amadekariyên leşkerî anîn herêmên agirbestê.
Li derdora gundên Hebeş û Şikêriyê, komên terorîst û artêşa dewleta Tirk a dagirker hewldan êrîşên nuqteyên hêzên me bikin.
Li aliyekî dîtir jî komên terorîst êrîşî nuqteyên me li cihên dîtir kir û bi çekên giran êrîş kir û hewl da bi panzêran pêşde werin.
Hêzên me di çarçoveya parastina rewa de bersiva êrîşan da û şerek li wan nuqteyan rû da.
Hêzên me hewldanên pêşveçûnê şikandin û hiştin ku paş ve bikişin. Lê piştî hewldanên wan hatin şikandin, artêşa dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran topbaran kir.
Tevî pêkanîna agirbestê ji hêla me ve li tevahî nuqteyan, lê artêşa dewleta Tirk a dagirker hêzên xwe li derdora gundên Til Xinzîr, Elok belav kirin û her wiha jî hejmareke mezin ji çeteyan li wan nuqteyan bi hedefa êrîşkirinê, belav kir.
Di encama êrîşên artêşa Tirk a dagirker a hovane de, 16 şervanên me şehîd bûn û 3 jî birînar bûn.”