NAVENDA NÛÇEYAN – Koma 7’emîn a ciwanên Başûrê Kurdistanê li dijî êrîşên dewleta Tirk ên dagirkeriyê tevlî ‘Berxwedana Rûmetê’ ya Rojavayê Kurdistanê bûn.
Ciwanên Başûrê Kurdistanê li dijî êrîşên bi armanca dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk yên li ser Başûrê Kurdistanê berê xwe dan Rojavayê Kurdistanê.
Koma 7’emîn a Ciwanên Başûrê Kurdistanê jî li dijî dagirkerî û êrîşên bi armanca qirkirina Kurd, tevlî berxwedana Rojavayê Kurdistanê bûn.
Koma 7’emîn a ciwanên Başûr ji bajarê Silêmanî, Sengeser, Pêncwên û Ranyayê ne.
Li gorî zanyariyên me ji çavkaniyên herêmî girtiye, gelek ciwanên Başûr daxwaz dikin derbasê Rojavayê Kurdistanê bibin û gelek jî bêyî serî li ti saziyek bidin, bi însiyatîfa xwe hewl didin xwe bigihînin Rojava.
Li gorî agahiyên berdestê me ketiye, li gel koma 7’emîn hejmara ciwanên tevlî berxwedanê bûne derdora 60 kesî de ye.