MINBIC – Meclisa Ciwanên Minbicê û gundewarê wê meşek bi meşeleyan ji bo şermezekirina êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê organize kirin.
Bi sedan şêniyên bajarê Minbicê li ser bandewaziya Meclisa Ciwanan a Minbicê û gundewarê wê li ber çarxerêya Karkerê Paqijiyê kom bûn û berxwedana Serêkaniyê silav kirin.
Meş ji çarxerêya Karkerê Paqijiyê ber bi çarxerêya El-Sebii Behrat ve destpê kir. şêniyan meşele, pankartên bi nivîsên Ciwanên Minbicê dê heta tolhildanê û rizgarkirina axa xwe ji osmaniya zordar şer bikin hildan.
Dema şênî gihaştin Çarxerêya El-Sebii Behrat li erebeyan siwar bû, alên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û sembolên serkeftinê hildan û sloganên “Bi can bi xwîn em bi te re ne Serêkaniyê, Girê Spî heya mirinê em bi te re ne. Yeke yeke gelê Sûriyê yek e û Sûriyê azad e bila Tirkiyê derkeve” berz kirin.
Xwepêşendar bi erebeyên xwe di nav piraniya kolanên bajêr geriyan ji rojava heya rojhilat ta bighêje başûr li ber Çarxerêya Şehîdan. Li wir kerwana erebeyan rawestî û Ciwanên Şoreşger daxuyanî da raya giştî. Hevserokê Meclisa Ciwanên Şoreşger a bajarê Minbicê û gundewarê wê Ziyad Mistefa daxuyanî xwend.
Daxuyanî wiha ye:
`Bi navê Ciwanên Şoreşger ên Minbic û gundewarê wê û bi anvê berxwedan û azadiya gelên şoreşger ji vir em nameyekê ji tevahiya cîhanê re bi taybet dewleta Tirk a faşîst û çeteyên rêdikin û dibêjin em li vir in û em ê dersekî di berxwedanê û aşqa azadiyê de bidin wan.
Bila texmîn nekin ku em zaîf in yanjî rojekê zaîf bikevin, gelê ku bi ciwan û jinê xwe ve girêdayî ye rojekê têk naçe ji ber ku li ser bingehek gelêrî li berxwe dide û ji bo pêkanîna projeya neteweya demokratîk tê dikoşe.
Em ji her kesê ku hewl dide îdiayan girêdayî lihevkirinên hêzên me yên leşkerî belav bike dibêjin, ev lihevkirin ji bo rêgirtina li pêşiya kesatek mirovî hatin. Ev îsbat dike ku em hertim gelê xwe diparêzin.
Her kesê ku texmîn de lihevkirina di navbera Amerîka û Tirkiyê de pêk tê, bila bizanibe ku ev tişt ne rast e. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên hovantirîn sûcên xwe der heqê sivîlan de pêk tînin. Bi vê yekê mafên mirovan binpê dike. Em bêdengiya navdewletî û paşguhkirina kiryara sûcdar a ku terorê navdewletî ya çeteyên DAIŞ`ê bi serkêşiya Erdogan li herêmê pêk tîne red dikin.
Li ser wê wek ciwanên şoreşger em bang li tevahiya gel û ciwanên xwe dikin bi yekrêzî li hember wan êrîşên li dijî me çi li ser asta çapemenî be yan jî leşkerî be bisekinin. Tev li berxwedêr ku di eniyên pêşîn de bibin ji bo ku ax û gelê xwe biparêzin.`
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên berxwedanê bi dawî bû.