NAVENDA NÛÇEYAN – Ciwanên Başûrê Kurdistanê li dijî êrîşên bi armanca dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê berê xwe dan Rojavayê Kurdistanê.
Koma 8’emîn a Ciwanên Başûrê Kurdistanê jî li dijî dagirkerî û êrîşên bi armanca qirkirina Kurd, tevlî berxwedana Rojavayê Kurdistanê bûn.
Koma 8’emîn a ciwanên Başûr ji bajarê Silêmanî û Ranyayê ne.
Heta niha 65 ciwan ji Başûrê Kurdistanê tevlî berxwedana Cenga Rojava bûne.