RANYA – Xwendekarên zanîngeha Raperîn li navçeya Ranya a ser bi îdareya Raperîn, kampanyayek alîkariyê ji bo Rojavayê Kurdistanê bi navê ‘Em rê nadin Rojava bikeve’ destpêkirin.
Li gorî agahiyan wê kampanya heftiyek berdewam bike û wê tenê pere were komkirin.
Xwendekarê bi navê Jiyar Hisên ku bi xwe endamê kampanyayê ye daxuyaniyek çapemeniyê da û got; “Emê di çalakiyek din ya xwe de xwendekarên zanîngehê li ser boykotkirina malên Tirkî hişyar bikin. Gelek welat çalakiyên bi vî awayî bikartînin û serketîne. Ji bo vê ev çalakiyên bi vî awayî girîngin.”