SILÊMANÎ – Bi dehan ciwan ji bo Rojavayê Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê meşek meşaleyî lidarxistin û piştgiriya xwe ji bo Berxwedana Cenga Rojava anîn ziman.
Du bi şev Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê û Jinên Ciwan yên Têkoşer li ser rêya Salim a Silêmaniyê, li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên ser Bakur û Rojhilatê Suriyeyê meşek meşaleyî lidarxistin.
Di meşê de alên PKK’Ê, YPJ û Herêma Kurdistanê hatin bilind kirin. Ciwanan bê navber dirûşmeyên ‘Bijî Berxwedana Rojava’, Bijî Berxwedana QSD’ê qêriyan. Ciwanên ku tevlî meşê bûyîn dan zanîn ku ew bi hemû hêza xwe li gel berxwedana Rojavayê Kurdistanê ne.
Ciwanan bang li hemû ciwann jî kirin daku bi hewara xwişk û birayên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê biçin û tevlî berxwedanê bibin.
Herî dawî jî ciwanan li dijî êrîşên hovane yên Tirkiye û çeteyên wê ala Tirkiyeyê şewitandin.