EYN ÎSA – Ruxmê ku QSD’ê li gorî agirbestê tevdigere, lê dîsa jî artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di binpêkirina peymana agirbestê de berdewam in. Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de êrîşî gundên Xirbet Bekir û Kor Hesen ên li rojavayê bajarê Girê Spî dikin.
Di heman demê de, çete êrîşî gundewarên bakurê navçeya Eyn Îsa dikin û balafir û topavêjên dewleta Tirk a dagirker gundewarên herêmê bombe û topbaran dikin.
Li hember van êrîşan, QSD’ê parastina rewa bi kar tîne û bersiva êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dide. Niha li wan her du herêman şer rû dide.