MÊRDÎN – Walîtîya dagirker a Mêrdînê, pîştî pevçûna serê sibê li Dêrikê rû da, li 4 gundan qedexeya derketina kolanan îlan kir.
Walîtiya dagirker ê Mêrdînê li gundên Erbetê, Sîmaqî, Bîzdoxan û Kotê yên navçeya Dêrik a Mêrdînê qedexeya derketina kolan îlan kir. Qedexeya walîtiyê wê heya hişyariya duyemîn dewam bike.
Li gundên qedexeya derketina kolan hat îlankirin, di saetên serê sibê de, di navbera leşkerên dagirker derketibûn operasyonê û HPG’iyan pevçûn rû da bû û leşkerekê dagirker hatibû kuştin.