NAVENDA NÛÇEYAN Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê, bi daxuyaniyeke nivîskî encamên şer û berxwedana Cenga Rojava ya roja 12’emîn eşkere kir.
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê wiha ye:
“Serêkaniyê
Artêşa dagirker a Tirk û çeteyên girêdayî wê êrîşên xwe li ser herêmên agirbestê domandin. Di dîroka 20’ê Cotmehê de komên çete yên artêşa dagirker bi piştgiriya balafirên keşfê û balafirên şer hewl dan li xetên gundê Menacir a başûrê Serêkaniyê û her wiha li gundewarên li rojhilatê Serêkaniyê êrîş bikin. Hêzên me di çarçoveya parastina rewa de bi heman awayî bersiv dan van êrîşan û di encam de şerên demkurt qewimîn. Di van pevçûnan de 3 çete hatin kuştin, 2 seyareyên zirxî hatin îmhakirin û seyareyek hate derbkirin.
Herêma Firatê
Komên çete yên artêşa dagirker bi piştgiriya balafirên şer, balafirên keşfê û çekên giran êrîş birin li ser gundên bakûrê Eyn Îsa û Çelebiyê. Hêzên me di çarçoveya parastina rewa de bersiva hemû êrîşan dan. Li gundên Webdê, Kafiya û Wasta şerên giran qewimîn. Di encama bersivdana hevalên me û şerên ku qewimîn de hejmarek ji çeteyan hatin kuştin û brîndarkirin.
Di van şeran de bi kêmanî 3 çete hatin kuştin, gelek hatin brîndar kirin û 3 panzer hatin rûxandin.
Herwiha 6 rêhevalên me bi lehengî şer kirin û şehîd ketin, 9 hevalên me yê ku berê pêwendiya me bi wan re qut bibû jî hat zelal kirin ku şehîd ketine. Her wiha 21 hevalên me jî brîndar bûn.”