NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku di çalakiyên tolhildanê yên Hêzên wan ên li Efrînê de bi kêmanî 10 leşkerên Tirk û çeteyên wê hatine kuştin.
HRE’yê li ser çalakiyan ev agahî da:
“Hêzên me çalakiyên xwe yên di çarçoveya tolhildanê de li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê didomînin.
18’ê Cotmehê li gundê Meryemîn, Enabkê û Malikiyê yên girêdayî navçeya Şera hêzên me li dijî 2 baragehên artêşa Tirk a dagirker çalakiyek lidar xistin. Di encam de leşkerekî Tirk hat kuştin, 3 leşker birîndan bûn û 2 wesayîtên leşkerî hatin derbkirin.
Di heman dîrokê de li Cebel Ehlam û gundê Basûtê yên girêdayî navçeya Şêrawa hêzên me li dijî bendên kontrolê yên girêdayî çeteyên artêşa Tirk a dagirker ji 2 baskan ve çalakiyekî bi bandor lidar xistin. Di encamê de bi giştî 9 çeteyên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin û hejmarek ne zelal birîndar bûn.
Her wiha artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê piştî van çalakiyan li gundên Soxanekê, Bênê û Aqîbê yên girêdayî navçeya Şêrawa û gundên Şewarixa, Kela Şewarixa û malikiyê bi dijwarî topbaran kirin.”