HANNOVER – Li 21 ê Cotmehê li bajarê Hannoverê ciwanên Kurd bi 50 kesan li balefirgeha Hannoverê kom bûn û çalakî li ber derbaskirina Turkish Airlines pêk anîn. Li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên vê ya hov li ser Bakûr û Rojhilatê Sûriyê (Rojava) ciwanan bi pankart û alayên YPJ, YPG û QSD Tayyip Erdogan şermezar kirin û bi dengê bilind mirovên kû li balefirgehê bûn li ser rewşa Girê Spî, Serêkaniyê û gistî Rojava yê kû di bin xeteriya êrîşan bi rengê komkujiyê de ye hişyar kirin. Li ser kampanya ya #NoFlightToTurkey eşaret hatin danîn ku gelê ji Elmanyayê tatîlê xwe li Tirkiyê boykot bikin.
Ji aliyê polîsan ve berî ku ciwanan derbasî çalakiyê bûn, kontrola nasnameyan hat kirin û provokasiyon ji aliyê çend kesan ve hebûn. Lê ciwan bersiv nedan provokasyonan.