NAVENDA NÛÇEYAN – Artêşa Tirk û çeteyên wê agirbesta ku di 18’ê Cotmehê de hate ragihandin, binpê dike û çeteyên wê êrîşî gundên navçeya Zirganê ya bajarê Serêkaniyê kirin, her wiha 86 hezar zarok ji mafê xwendinê bê par man, 810 dibistan hatin giritn, 20 dibistan jî ji ber êrîşên li dijî herêmên Girê Spî û Serêkaniyê hatin hilweşandin.
Hesekê
Artêşa Tirk agirbesta ku Amerîka û dewleta Tirk li ser lihev kiribûn û QSD`ê jî pêk anî, lê ew binpê dike û li tevahiya gundên derdora herêmê, êrîşan pêk tîne.
Gundê Mişrafa yê bajarê Serêkaniyê rastî êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê hat û QSD`ê di çarçoveya parastina mafên rewa bersiva êrîşan dan, her wiha duh artêşa Tirk û çeteyên wê êrîşî gundên navçeya Zirganê ya bajarê Serêkaniyê kirin, QSD`ê bersiv da û panzêrek rûxand, her wiha li gundê Menacîr jî erebeyek rûxandin, di encamê de kuştî û birîndarên çeteyan hene, lê belê hejmar ne diyar e.
Duh arêşta Tirk gundê Um Işib ê bajarê Serêkaniyê û navçeya Dirbêsiyê topbaran kirin, di encamê de şervanekî QSD`ê şehîd bû.
Girê Spî -Kobanê
Li herêma Firatê artêşa Tirk hêj agirbestê binpê dike û êrîşî gundên Xirbit Bekir, Kor Hesen ku dikevin rojavayê bajarê Girê Spî kir.
Her wiha artêşa Tirk êrîşî gundên bakurê navçeya Eyn Îsa kir û bi balafir û tankan gundên herêmê topbaran kirin.
Beramberî êrîşên Tirkiyê QSD’ê bersiva êrîşan da û li her du herêman şerekî giran rû da, paşê li derdora herêmê nexasim li gundê Qizil ê navçeya Eyn Îsa aramî çêbû.
Artêşa Tirk piştî herêm dagir kir, dest bi binpêkirinên qanûnên navdewletî kirin û çavkaniyan ji kantona Girê Spî diyar kirin ku artêşa Tirk û çeteyên wê der heqê sivîlan li gundê Dadat komkujî pêk anî ku piraniya şêniyên Turkmen in, her wiha piştî şêniyên gundê Um Kîbar koçber kir, mal û milkên wan talan kir. Gundê Um Kîbar dikeve bakurê Eyn Îsa.
Her wiha çavkaniyan diyar kir ku artêşa Tirk hejmarek sivîl qetil kirin û li gund veşartin, her wiha girtîgeh li gundê ava kirin û sivîlên ji gundê û derdorê girtîne, xistin wê girtîgehê.
Di gel binpêkirinan, balafirên şer û keşfê yên artêşa Tirk li asîmanê kantona Kobanê geriyan.
Di encamê teqîna mayîna li gundê Cadê yê bakurê rojhilatê Minbicê de, komek jinên DAIŞ`ê û zarokên wan her wiha kesên êvarî hewl dan, ber bi herêma dagirkirî ve birevin, birîndar bûn.
Qamişlo
Balafirên artêşa Tirk li asîmanê herêma li ser sînor a herêma Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê geriya.
QSD:Tirkiyê hevpeyman binpê kir
Berpirsê Têkiliyên Giştî yê QSD`ê Rîdûr Xelîl got, artêşa Tirk hevpeyamana di 18`ê Cotmehê de hate ragihandin, binpê kir.
Her wiha Hevserokê Desteya Parastinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Zêdan Asî got: “Em hêzên parastina aşîtiya navdewletî li herêmê dipejirînin, lê belê hebûna artêşa Tirk ne mumkin e, ji ber vê yekê QSD`ê ji herêma Serêkaniyê vekişiyan.
Xwendekar ji xwendina xwe mehrûm man
Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakurê Sûriyê Kewser Doko destnîşan kir ku ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker 22 zarokan jiyana xwe ji dest dane, 86 hezar zarok ji xwendinê mehrûm mane, 810 dibistan deriyên xwe girtin û 20 dibistan di encama topbarana li ser herêma Serêkaniyê û Girê Spî hatin rûxandin.
Şehba
Li Şehbayê bi bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi sedan şêx, rûspî û şêniyên Şehba û Efrînê berê xwe dan baregeha Rûsî ya li gundê El-Wehşiye û bang li Rûsya û Meclisa Ewlehiyê kir ku êrîşên dagirkeran rawestînin û dagirkeran ji xaka Sûriyê derxînin.
Helwestên navdewletî
Di aliyê navdewletî de Wezîra Parastinê ya Almaniyayê Annegret Kramp Karrenbauer banga avakirina “herêmeke ewlehî navdewletî” li Sûriyê li ser sînorê bi Tirkiyê re kir.
Pisporê Karûbarên Derve û Serokê Komîteya Karûbarên Derve di parlmentoya Almanî de û Endamê Partiya Angelina Mirckl banga avakirina herêmeke parastina mirovahiyê li Bakurê Sûriyê kir û ji bo avakirina wê alîkariyê ji hêzên dewletên YE`yê were xwestin.
Rojnameya Times a Birîtanî jî got delîlên ku artêşa Tirk a dagirker fosfora spî di êrîşên li dijî Bakurê û Rojhilatê Sûriyê, zêde dibin.