MARSÎLYA – Kurdistaniyan li Marsîlyaya Fransayê li hemberî êrîşên dagirker yên dewleta Tirk li pêşiya Konsolosiya Elmanyayê mitîngek pêk anî.
Ji bo qada esmanî bê girtin pankarteke mezin hate vekirin. Girseya li pêşiya konsolosiyê dirûşmên “Bi çek û pereyê Elmanan di cîhanê de meriv têne qetil kirin”, “Erdoganê Terorîst”, “Bijî biratiya gelan”, “Erdoganê Faşîst, ji Kurdistanê Bicihime” gotin.
Çalakiya ku 2 saet dom kir de gelek belavok hatin belav kirin.
Piştî mitîngê bi sekretera Konsolosiya Elmanyayê ve hevdîtinek hate kirin.