NAVENDA NÛÇEYAN – Li Başûrê Kurdistanê koma 10’emîn a ciwanan li dijî êrîşên dewlet Tirk a dagirker ên li ser Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê, berê xwe dan Rojava û tevlî “Berxwedana Cenga Rojava” bûn. Li gel koma dawî, hejmara ciwanên ku tevlî berxwedanê bûne, derket 75 kesî.
Hêrsa gelê Başûrê Kurdistanê li dijî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk ên li ser Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê her ku diçe mezintir dibe. Ji bilî xwepêşandan, boykotkirina malên Tirk û daxwaza derxistina hêzên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê, ciwan jî pêl bi pêl berê xwe didin Rojava.
Koma 10’emîn a ciwanên Başûrê Kurdistanê li dijî êrîşên dewleta Tirk ên dagirkeriyê tevlî ‘Berxwedana Rûmetê’ ya Rojavayê Kurdistanê bûn.
Ciwanên Başûrê Kurdistanê li dijî êrîşên bi armanca dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk yên li ser Başûrê Kurdistanê berê xwe dan Rojavayê Kurdistanê.
Piştî ku dewleta Tirk a dagirker di 9’ê cotmehê de dest bi êrîşên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir, ciwanên Başûrê Kurdistanê jî li hember êrîşan seferberî ragihandin. Heta niha 9 kom çûn Rojavayê Kurdistanê û tevlî “Berxwedana Rûmetê” bûn.
Herî dawiyê jî koma 10’emîn çû Rojavayê Kurdistanê. Hat gotin ku li gel koma 10’emîn hejmara ciwanên ku tevlî “Berxwedana Rûmetê” bûne derket 75 kesî.
Hat gotin ku hejmareke zêde ciwan jî bi înisiyatîfa xwe diçin Rojava.