GIRÊ SPÎ – Di 17’ê vê Cotmehê de, di êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî gundewarên di navbera Girê Spî û Eyn Îsayê de, şerekî dijwar di navbera QSD’ê û hêzên dagirker de rû da.
Di wan êrîşan de gelek leşkerên artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hatin kuştin û alavên leşkerî û hin jî panzêr hatin rûxandin.
Bi kuştiyên ji artêşa dewleta Tirk a dagirker re, belge hat dîtin ku leşkerên dewleta Tirk a dagirker ên ku hatine kuştin di bin fermaniya serbaz Husên Ozr de ne.
Ji nav komeke belgeyan, belgeya ajokarê bi navê Yaqûb Xelîl Esmet Hazar heye. Navê dayika wî Kazban e û ji wîlayeta Qeyserî ye(1988).