NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Daxuyanî wiha ye:
“Hêzên me çalakiyên xwe yên di çarçoveya tolhildanê de li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bê navber didomînin.
Di dîroka 22 Cotmehê de li gundê Meryemîn ê girêdayî navçeya Şera li dijî çeper û baragehên çeteyên artêşa Tirk a dagirker hêzên me çalakiyek bi şêwazê serdagirtinê li dar xistin. Di encamê de baragehekî bi temamî hat rûxandin, 5 çete hatin kuştin û 1 çekê AK-47, 1 termal bi cureyê aselsan û rextek ji aliyê hêzên me hat desteserkirin.
Her wiha me di daxuyaniyekê xwe de ragihandibû, di çalakiya dîroka 11 Cotmehê ku li gundê Meryemîn li dijî baragehekî artêşa Tirk hatibû li dar xistin 2 leşkerên ku birîndar bibûn 1 ji wan leşkerên birîndar hat zelalkirin ku di nexweşxaneyê da miriye.”