BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla agahî da.
HPG’ê ev agahî parve kir:
“Hêzên em di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de 22’yê Cotmehê saet 13:00’an li dijî leşkerên li Girê Şehîd Derwêş a Herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê ya Medyayê çalakiyeke ya sekvaniyê kirin. Di vê çalakiyê de leşkerek hate kuştin.
21’ê Cotmehê saet 12:00’an hêzên me li dijî yekîneya kontra ya rê diçû Qereqola Yenîbaşi ya girêdayî navçeya Xozat a Dersimê ku kontrol dikirin, çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de bi xurtî li mekîneya kar hate xistin, mekîneyek kar hate rûxandin û bi qasî hate zelalkirin kontrayek hate kuştin.”