NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandariya Giştî ya YPJ’ê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Daxuyanî wiha ye:
“Em di kesayeta rêheval Barîn, Hevrîn û Amara de tevahî jinên berxwedêr û tekoşînvan bi rêzdarî bîrtînin û soza me daye wan nû dikin.
Di êvara 21 Cotmehê de, li gundê Çelbê yê girêdayî Kobanê ye, şervanên me dema di çerçeveya mafê parastina rewa de, di çeperên xwe da bûn. Dewleta Tirk û çeteyên wî tevî agirbesta heyî, bi çekên giran êrişî wan dikin. Şervanên me di çerçaveya mafê xwe parastinê de bersiv dane artêşa Tirk û çeteyên wî. Hevala me Amara û komek rêhevalê me heya kêliya dawî li ber xwe didin. Ev kiryarên çeteyên dewleta Tirk li ser bedena rêhevala me Amara kiriye, rêbazên çeteyên DAIŞ’ê bi xwe ye. Şervanên me di Berxwedana Rûmetê de, sekneke fedaî, di serî de li Serêkaniyê, Girê Spî û hemû çeperan de li hemberî dagirkeriya çeteyên dewleta Tirk raber kirin. Ev kîn û hêsa çeteyan encama berxwedaniya şervanên me ye.
Dewleta Tirk, angu dewleta çeteyan, ji bo çanda kevnar a di şexsê jin de temsîla xwe dibîne ji holê rake, hovîtiyên herî mezin bi destê komên çete di şexsê jinên tekoşîner de dide jiyankirin. Çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker, kiyarên hovane yê îro li ser bedena rêhevala me Amara kiriye encam û asta faşîzma dewletê dide diyarkirin. Duh li Efrînê Barîn bû, îro jî Hevrîn û Amara ne. Ev kiryarên qirêj û bê exlaqî yên îro têne kirin encama politikaya Sûriyê yaTrump û Putin.
Li ser wê bingehê em bang, di serî de li tevahî jinên cîhanê, sazî û dezgehên jinan yê mafê mirovan dikin bila helwesta xwe li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk dest nîşan bikin. Çawa hemû jinên cîhanê di dema ku YPJ’ê şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê dikir de desteka mezin da û tekoşîna YPJ’ê weke tekoşîna xwe dîtin, îro jî heman helwest ji hemû jinan tê xwestin. Em bang li hemû civaka navnetewî û saziyên mafên mirovan dikin ku bi lezgînî, li hemberî van kiryarên qirkirina jinan dike armanc bisekinin.
Ev hovîtiya mezin ya tê kirin, wê ti carî vîn û biryardariya me ya mafên rewa gavekî paşve nexîne. Ji bo em layîqî, Barîn, Hevrîn û Amara bibin, çi ked û berdêl ji me were xwestin em amade ne bikin. Em careke din soza xwe ya parastina hemû jinan û di şexê jin de parastina hemû nirxên civakê û şoreşa Bakûr-Rojhilatê Sûriyê derxistiye, careke din dubare dikin.”