BRUKSEL – Bi bangawaziya Platforma Defend Rojava (Rojavayê Biparêze), ji Almanya, Swîsre, Belçîka, Fransa û Hollandayê bi hezaran kes li Brukselê civiyan.
Di meşa ku seat 13:30an li ber Gare du Nord destpêkiriyê de ala YPG û YPJ û flamayên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hilgirtin. Di meşê de dagirkirina Rojava hat şermezarkirin û ji bo piştgiriya Berxwedana Rûmetê jî diruşme hatin avêtin. Meşa ku du seat domiya, li ber qada Gare Centralê bi axaftinên berdevkên saziyan re hat bidawîkirin.