NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriye Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyek nivîskî ragihand Berxwedan Amed li dijî dagirkeriya artêşa Tirk li Girê Spî çalakiyeke fedayî pêk anî. Di çalakiyê de zêdeyî 20 çete hatin kuştin.
QSD’ê got, Berxwedan bi çalakiya xwe ji her kes re diyar kir ku vîna xurt çeka herî bi hêz a li hember hemû teknîk û hişmendiya dagirkeriyê ye.
Daxuyanî wiha ye:
“Şervanên ku ji roja yekem a Şoreşa Rojava ve ji bo parastina destkeftiyên gelê Kurd bi xwe, malê xwe û jiyana xwe têkoşiyan vaya îro rûmeta gelê xwe diparêzin.
Li dijî êrişên terorîst ên li ser Rojava, bi hezaran ciwanên vî welatî bi îrade û berxwedaniyeke leheng û bi fedayetî li ber xwe dan û bûne mertalên vî welatî.
Şehîd Berxwedan ji roja yekemîn a şoreşê ve ji bajarê Amedê hat, banga seferberiya giştî ya parastina keleha Berxwedanê Kobanê pêk anî, bi hevlaên re çek hilgirtin û mil bi mil şerê DAIŞ‘ê kirin, heta têkçûna wê li Baxozê. Şehîd Berxwedan hemû erkên xwe bi serkeftî bi cih anî, tim li xetên pêşîn bûn û bi îradeyeke xurt rû bi rû şerê DAIŞ‘ê dikir.
Dema ku birîndar bû jî j berxwedanê gav paşde ne avêt û li xetên pêşîn dima. Wekî çawa li hemberî DAIŞ‘ê sekinî li hemberî dewleta Tirk sekinî û bi israr û qehremanî şer kir. Lê bi îradeya xurt biryara çalakiyeke fedayî da û di biryarê de bi serket.
Artêşa dagirker têkçûna terorê li Rojavayê Kurdistanê qebûl nekir, ji ber vê yekê rêze êrişên xwe li ser herêmên ewle pêk anîn, lê li hemberî berxwedêrên mîna Berxwedan rû bi rû ma. Şehîd Berxwedan jî mîna Arîn Mîrkan û Îlan xwe kir bomb û bi dagirkeran ve teqand. Di demekê de ku ji her kesî parastina welat dihat xwestin, Berxwedan li benda tu kesî nema û destgirtî nema, lê bi rihê Arîn û Îlan û bi îrade û riheke xurt çalakiyek fedayî pêk anî û şehîd bû.
Şehîd Berxwedan bi çalakiya xwe ya fedayî zêde 20 çete kuşt, ji her kesî re diyar kir ku îradeya bi hêz çeka herî xurt a li hemberî her teknîk û hişmendiya dagirkerî ye.
Bi vê wesîleyê em hemû şehîdên azadiyê bi taybet şehîdên şerê Rojavayê bi bîr tînin û ji malbata şehîd û hemû gelê xwe re sersaxiyê dixwazin. Em soza xwe nû dikin ku em ê pêşerojeke azad ji mîraseyên van şehîdan ava bikin û xeta wan bişopînin.”
Nasnameya şehîd wiha ye:
Nasnav: Berxwedan Amed
Nav û Paşnav: Yûnis Mihemed
Navê Dayikê: Muqedes
Navê Bav: Mihemed
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Girê Spî-Gundê Mişrafa- 22‘yê Cotmeha 2019