NAVENDA NÛÇEYAN – Saziya alîkariyê Heyva Sor a Kurdistanê, ji bo bicîhanîna pêdiviyên jiyanî yên sed hezaran welatiyên Rojava yên ku ber erîşên dewlata tirk a dagirker û çeteyên wê koçber bûnê û ji bo tedawî û dermankirina kesên ji ber wan erîşan birîndar bûne, wek gava peşîn 500 hezar euro alikariya madî şand.
Li gorî daxuyaniyê; Heyva Sor a Kurdistanê piştî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên di 9’ê Cotmeh’ê 2019’de, ji bo gelên Rojava kampanyaya alîkariyê dabû destpêkirin.
Ev kampanya bi hevkariya van saziyan; Heyva Sor Kurdistanê Almanya, Heyva Sor Kurdistanê Swîsre, Heyva Sor Kurdistanê Norwêc, Heyva Sor Kurdistanê Ingilîstan, Heyva Sor Kurdistanê Holanda, Heyva Sor Kurdistanê Belçîka, Heyva Sor Kurdistanê Îtalya, Heyva Sor Kurdistanê Japan, Roja Sor a Kurdistanê Siwêd, Roja Sor a Kurdistanê Awûstirya, Roja Sor Fransa, Heyva Sor a Kurd /Başûr û Heyva Sor a Kurd/Rojava tê meşandin.
Di daxuyaniyê de tê gotin, Dewleta Tirk a dagiker û çeteyên wê di 9’ê Cotmeh’ê 2019’de bi armanca herêm bi temamî ji sivîlan were valakirin bi hev re êrişî Rojava kirin.
Dewleta Tirk û çeteyên wê ne exlaq û ne jî pîvanên şer nas dikin.
Li Rojava jin, zarok, kal û pîr jî di navê de sivîlan dikin hedef.
Bi bombekirina deverên sivîlan ewlehiya can û malên sivîlan tê tinekirin.
Xanî, avahî,nexweşxane, bendav, kampên penabaran aliyê dewlata tirk ve tê hedef girtin bombebaran kirin.
Her wiha ambulans û navendên tendirûstiyê û xebatkarên Heyva Sor a Kurd jî di êrîşan de tên hedef girtîn û hatin bombebarankirin.
Ji ber van êrişên hovane sedan kes hatin qetilkirin û birîndar kirin her wihabêtirî 200 hezar welatiyên Rojava jî neçar man û koçber bun û niha di bin şert û mercên dijwar de dijîn.
Li gorî daxuyaniyê, ev alîkariya ku hatiyê şandin wê ji bo bicîhanîna pêdiviyên koçberan û her wiha ji bo tedawiya birîndaran were xerckirin.
Heyva Sor a Kurdistanê daxuyaniya xwe diyar kir ku alikariyên wan yên ji bo Rojava çawa ku ev 8 salên bê navber dewam dikin wê her tim dewam bike.
Rêveberiya Heyva Sor a Kurdistanê dawiya daxuyaniyê de, ji partiya “die PARTEI” a ku li Almanyayê kampanyayeke alikariyê ji bo Rojava dabû destpêkirin û heya niha 200 hezar euro Heyva Sor re şandibû re, her wiha ji bo kesên ku ji Kurdistan, Almanya, Fransa, Ingilîstan, Îtalya, Îspanya, Siwêd, Swîsre, Norwêc, Danîmark, Fînlenda, Portekîz, Awûstirya, Polonya, Slovakya, Ukrayna, Qibris, Mecaristan, Xirwatistan, Rûsya, Amêrika, Keneda, Brezîlya, Şîlî, Îsrail, Awistralya, Zelandaya Nû, Japan, Filipîn, Indonezya, Îrlanda û Îskoçya beşadarî kampanyayê bûne re spas kir û bang li hemû miravahiyê kir ku bi rêya Heyva Sor destê alîkariyê dirêjî mexdûrên şer ên li Rojava bikin.