NAVENDA NÛÇEYAN – Qirkirina siyasî ya desthilatdariya AKP û MHP’ê didome.
KOCAELÎ
Li Kocaeliyê duh rêveberên HDP’ê Teyyar Ozkaya, Adnan Edîş û Sîracettîn Başboga hatibûn destgîrkirin. Piştî îfadeya wan a li dozgeriyê Teyyar Ozkaya û Sîracettîn Başboga hatin girtin.
MELETÎ
Li Hekîmhana Meletiyê jî endamê HDP’ê Azîz Polat ji ber parvekirinên xwe yên li ser medyaya civakî hate girtin.
STENBOL
Li Stenbolê jî nûçegijhanê Ajansa Nûçeyan a Net’ê Emre Orman bi îddîaya ku li ser medyaya civakî ‘propagandaya rêxistinê kiriye’ hate girtin.