NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandinê ya QSD‘ê bi daxuyaniyekê encamê şer û berxwedana roja 15‘emîn a Berxwedana Rûmetê eşkere kir.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:
Serêkaniyê
Êrîşên artêşa Tirk dagirker û komên çete li gundewarên Serêkaniyê berdewam kirin. Artêşa dagirker û komên çete hewl dan ku bi çekên giran û seyareyên zirxî êrîş bibin ser gundê Cafa. Di bersivdana hêzên me de 6 çete hatin kuştin û êrîş hat şikandin. Dîsa li xeta gundê Elokê artêşa dagirker bi bu balafirên bê mirov êrîşî herêmên sîvîl kir.
Dêrik
Artêşa dagirker û endamên MIT a Tirk li ser xeta sînor tevgera xwe domandin.
Amûdê û Dirbesiyê
Hêzên me li herêma gundê Kesra 2 çeteyên girêdayî şaneyên veşartî yên artêşa dagirker girtin û lêpirsîna van şexsan didome.
Kobanî û Eyn Îsa
Artêşa dagirker û komên çete bi çekên giran û hejmarek zêde çete êrîş birin li ser gundên Evdikê, Bir Kîno, Qandiriyê û Cûdeydê. Hêzên me bersiva van êrîşan dan û pevçûn derketin. Di pevçûnan de rêheval Amara di encama pevçûnan de şehîd ket û cenazeyê wê ji alî komên çete ve hat revandin. Di pevçûnên li gundê Evdikê ku heya saetên êvarê berdewam kir de hêzên me bi awayek tund bersiv dan êrîşan. Di encama pevçûnan de tangek û panzerek komên çete hatin rûxandin, 25 çete hatin kuştin û 20 çete jî brîndar bûn. Di çalakiyên ku hêzên me di çarçoveya parastina rewa de li dar xist de hejmarek ji çeteyên artêşa dagirker hatin kuştin lê hejmarek zelal bi dest neket.
Di encama şerê 24 saetan de herî kêm 31 çete hatin kuştin, 20 çete brîndar bûn û 2 seyare hatin rûxandin. Ruxmê hemû dijwariya êrîşên artêşa dagirker û komên çete jî êrîşên wan hatin şikandin.
Di vê berxwedanê de 3 rêhevalên me bi lehengî şer kirin û şehîd ketin, 4 hevalên me brîndar bûn.”